DYA 180 milyon metrekup petrolê dixe bazare

Bi qasî şerê li Ûkrayna, di navbera Moskow û Waşîngtonê de şerê petrolê jî tê meşandin. Rûsya ji bo cezayên li ser welat bêwate bike û nirxê rupleyê xwe biparêze, ji Ewropa dixwaze di berdêla gazê de rupleyê Rûsî bidin. Ewropa jî vê yekê red dike. Di demekê wiha de, ji bo DYA çeka petrol û gaza xwezayî ya di destê Moskow de jinav bibe, rojane milyonek metrekup gazê dixe bazarê. Serokê DYA Biden got; Ji bo kêmkirina nirxê benzînê ew ê 180 milyon metrekup gazê bixin bazarê.

Amerîka ya ku şerê navbera Rûsya û Ûkrayna weke fersend dibîne, dixwaze welatên rojava bi carekê de ji Moskow qut bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihand ku rezervên petrolê yên welatê wî wê di asteke rekorê de were firotin û ji meha Gulanê û pê ve rojane 1 milyon metrekup petrola xav li bazarê tê zêdekirin.

Joe Biden diyar kir ku bi giştî 180 milyon metrekup petrola xam bêxin bazarê û îdia kir ku ev yek wê nirxê benzînê kêm bike.

Biden bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Koşka Spî têkildarî bilindbûna nirxê benzîn ya li welat û têkoşîna li dijî axivî.

Serokê DYA anî ziman ku şerê navbera Rûsya û Ûkrayna di warê nirxê petrolê de bandorek li ser Amerîka û hevalbendên wê kiriye.

Joe Biden di derbarê bihabûna benzînê ya li welêt de gotina “Ez dizanim çiqas diêşe” bi kar anî û diyar kir ku wê ji meha Gulanê pê ve petrol derkeve.

Her wiha îşaret bi wê yekê jî kir ku ji ber şerê Putin di kêmtirî 3 mehan de nirxê benzînê li Amerîkayê bi qasî 1 dolarî zêde bûye.

Biden: Şirketên petrolê rewşê bi kar tînin

Serokê DYA Biden diyar kir ku hin şîrketên petrolê vê rewşê îstîsmar dikin û got, Divê şerê Ptuin ji bo van şîrketan neyê wateya ‘qezencên zêde’. Ez rê didim ku di 6 mehên bê de, rojane bêtirî milyonek bermîlên petrolê bikevin bazarê.

Li gor daneyên Komeleya Otomobîl a Amerîkayê (AAA) li welêt nirxê benzînê li gor par ji sedî 50 zêde bû.

Nirxê benzînê li welat gihîştiye 4,23 dolaran.

Li gorî texmînên Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî, ji ber cezayên li ser Rûsya, ev mîqdar wê li paş windabûna rojane a 3 milyon bermîlên petrola Rûsyayê bimîne.

Back to top button