Yemen..Koalîsyona Erebî agirbest ragihand

Ji bo dawî hatina şerê li Yemenê kêm jî bê hêvî xuya dikin. Li paytexta Erebîstana Siûdî danûstandinên Yemen-Yemenî pêk tên. Sekreterê giştî yê Konseya Hevkarên Kendavê ji bo ev danûstandin bigihêjin encamê, daxwaza agirbestê kirin. Koalîsyona Erebî jî ragihand ku wan êrişên xwe dane rawestandin û agirbestê radigihînin.

Koalîsyona Ereb a ku piştevaniyê dide hikûmeta rewa ya Yemenê, bersiv da banga agirbestê ya Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) Dr. Nayef el Hacraf.

Koalîsyonê diyar kir ku ji bo hewildanên çareseriya siyasî ya li welat wan êrişên xwe rawestandine.

Di daxuyaniya Koalîsyonê de, hat diyarkirin ku ji bo rawestandina operasyonên leşkerî û dabînkirina aştiyeke berfireh li welêt gavên pêwîst hatin avêtin û ji 30’ê Adarê ve operasyon hatin rawestandin.

Koalîsyonê destnîşan kir ku bi dawîhatina operasyonên li ser danûstandinên Yemen-Yemen ku li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hatin kirin, wê hemû gav ji bo pêkanîna aştiya li welêt a di meha pîroz a Remezanê û çêkirina şert û mercên guncav ji bo dawîkirina krîzê de pêk werin.

Sekreterê Giştî yê KHK’ê El-Heref di axaftina xwe ya di vekirina danûstandinan de diyar kir ku muzakere pêngaveke ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê ye û wiha got: “Çareserî di destê gelê Yemenê de ye.”

Hecref diyar kir ku li Yemenê bi destxistina serkeftinê ne vebijarkek e û muzakere ji bo pêkanîna aştiyê firsend e.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan ji wê demê ve şerekî giran diqewime.

Li aliyekî hêzên hikumetê heye ku piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigire, li aliyê din jî Hûsî hene ku piştgiriyê ji Îranê digre.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 227 hezar kes ji ber nebûna avê, birçîbûn û nexweşiyê, bi giştî 377 hezar kes di şerê Yemenê de mirine.

Rewşa heyî ya li Yemenê weke krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê tê pênasekirin.

Fona Zarokan a NY Cotmeha 2020’an daxuyaniyek da û diyar kir ku li Yemenê ji destpêka şerê navxweyî ve bêtirî 10 hezar zarok hatin kuştin yan jî birîndar bûne.

Li Yemenê ji her pênc zarokan pêwîstiya yekê bi alîkariya mirovî heye.

Ev jî tê wateya 11 milyon zarok.

Back to top button