Israîlê êrişê balafirgeha Helebê ya Sûriyê kir

Êrişên Israîlê li dijî xaka Sûriyê dewam dikin. Artêşa Israîlê êrişî balafirgha Helebê kir û di encamê de balafirgeh ji xizmetê derket.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Israîlê careke din êrişî xaka Sûriyê kir.

Çavdêriyê da zanîn ku di seatên sibê de balafirên şer yên Israîlê êrişî balafirgeha Helebê û depoyek çekan yên çekdarên Îranê ku li derdora balafirê ye, kir.

Di encama êrişê de cebilxaneya Îranî hate rûxandin û balafirgeh hate wêrankirin.

SANA: Ji ber êrişa Israîlê balafirgeh ji xizmetê derket

Ajansa SANA, ya girêdayî hikûmeta Şamê jî bi dauxyaniyekê eşkere kir ku balafirgeha Helebê ji aliyê artêşa Israîlê ve hate bombebarankirin.

SANA da zanîn ku ji ber êrişa Israîlê balafirgeh ji xizmetê derket.

Rêveberê Firandina Sivîl ya Sûriyê Basim Mensûr li ser mijarê axivî û diyar kir ku ji ber êrişê zirarê madî li balafirgehê bû.

Di 6’ê vê mehê de jî artşa Israîlê êrişî balafirgeha Helebê kir û di encama êrişî de balafirgeh ji xizmetê derket.

Ev êrişa 6’emîn e ku artêşa Israîlê ji destpêka salê êrişî Sûriyê dike.

Back to top button