Li Afxanistanê 57 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin

Berpirsên ewlekariyê yên Afxanistanê ragihand ku di navbera hêzên ewlekariyê û çekdarên Talîbanê de şer derket û di encamê de 57 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Cîgirê hakimê eyaleta Arizkan Seyid Mihemed Sadat diyar kir ku pevçûnên dijwar li vê eyaletê rû dan û di encamê de 24 ji hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Her wiha pevçûn li gelek eyaletên din jî rû dan.

Li aliyekî din, berdevkê eyaleta Meydan û Redek Muhibellah Şerîf Zay eşkere kir ku 26 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Li gorî wezareta Hindirîn a Afxanistanê, di her du hefteyên borî de, ji ber êrîşên Talîbanê, 98 sivîl hatin kuştin û bêhtirî 230 jî birîndar bûn.

Tevî ku ji 12’ê Îlonê ve li Dewhayê, danûstandin di navbera hikumeta Afxanistan û Tevgera Talîbanê de dest pê kirine, lê heta niha Tevgera Talîban, rawestandina şer, berya gihîştina lihevkirinekê, red dike.

Back to top button