Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku duh 3 topên hawanê li herêma Kesk a Bexedayê ketin.
Şaneyê da xuyakirin ku ev hawan ji devera Kerade ya nêzî dibistana Irfan hatine avêtin û di encamê ti ziyan çênebûne.
Li aliyekî din, êrîş li dijî karwanekî piştgiriya lojistîk a Koalîsyona Navneteweyî di navbera qezaya Beld û Dicêl ên Selahiddînê de hat kirin.
Di encamê de, ziyanên madî çêbûn.
Ev demeke herêma Kesk û karwanên Koalîsyona Navneteweyî bi mûşek û mayinan tên hedef girtin.
Heta niha jî ti aliyan berpirsiyarî negirtiye ser xwe, lê Amerîka weke berpirsyar alîgirên Îranê nîşan dide.