“Cendermeiyên Tirk welatiyekî Sûrî li ser sînor kuşt”

Bi derasbûnsa ji 2023’an re, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku cendermeyên dewleta Tirk welatiyekî sûrî li ser sînor kuşt.

Li gor çavdêriyê weltiyek ji bajaroka Tinbî yê rojavayê Dêra Zorê di dema dixwest derbasî nava axa Tirkiyê bibe, cendermiyên Tirk wî li nêzî Serê Kaniya dagirkirî dikujin û ev dibe yekem qurbaniyên guleyên cendermiyan di sala 2023’an de.

Çavdêriyê eşkere kir ku di sala 2022’an de 23 welatiyên Sûrî, di nava wan de 3 zarok û jinek, li ser sînorê Tirkiyê – Sûriyê, bi destê cenermeriyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî diyar kir ku heta 31’ê Kanûna 2022’an, cendermeyên Tirk 542 welatî li ser sînor kuştine û di nava wan de 103 zarok û 67 jin hene.

Back to top button