Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û bêdengeiya Rûsya û hêzên hikumeta Şamê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew mafê xwe yê parsatina rewa bi kar tînin.
8`ê vê mehê, çeteyên dagirekririya Tirk hewl dabûn ku gundê Um El-Kêf ê bakur rojavayê Til Temirê dagir bikin.
Di navbera şevanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û çeteyan de, şer derket.
Di derbarê vê de Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û destnîşan kir ku wan li hemberî êrişên dagirkeriyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîn.
Meclisa Leşkerî diyar kir ku ev êriş li gel hebûna garatorê rûsî pêk tên û got,
” Hêzên Rûsya li hemberî zêdegavî û binpêkirina peymanên navneteweyî bêndeg dimîne. Hêzên hikumeta Şamê jî bersiva êrişan nadin.”
Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku ew ê parastina xak û nirxên xwe dewam bikin.