Erdogan careke din gefa dagirkeriyê li Bakurê Sûrî xwar

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan li pêş lîderên cîhanê careke din gefa dagirkeriyê li bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Erdogan, yê xwe weke parêzvanê gelê Sûrî nîşan dayî hewil da bi çend wêneyan rastiya xwe bide veşartin.
Yewnanîstan yek ji armanca din a gefên Erdogan bû.

Liderên cîhanê ji bo Civata Giştî ya 77. a NY li bajarê New York yê Amerîka kom bûn.

Lîderên welatan li gorî rêza hatî diyarkirin yek bi yek li ser rojevên heyî nêrîna xwe parve kirin.

Di demekî ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres qala peyamên aramî û aştiyê dikir de, şefê rejîma Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dest bi gefxwarinê kir.

Erdogan yê nêzî 30 deqan axivî, ji Sûrî despê kir û heta, Lîbya, Filistîn, Qibris, Yewnan, Efxanistan û gelek mijarên din da ber xwe.

Erdogan yê li nava Tirkiyê bûye sedema bêedaletî û krîzê fikrê xwe weke xelasiya bo pirsgirêkên heyî nîşan da.

Di armanca despêkê ya şefê rejîma Tirkiyê de, gefxwarinên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Careke din anî ziman ku ew ê li dijî rewşa li herêmê bêdeng nebin.

Dewleta Tirk a dagirker ku xaka Sûrî parçe kiriye, bêku qala xwe bike, anî ziman ku ew rênadin parçebûna xaka Sûrî.

Ji bo koçberan jî diyar kir ku ew ê mîlyonek koçberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerînin warên wan.

Di armanca şefê rejîma Tirkiyê de, Yewnan jî hebû.

Di her fersendê de Erdogan xwest hikumeta Atîna weke sedemê aloziyên li Derya Ege û mijara Qibrisê de nîşan bide.

Erdogan piştî 14 salan cara yekem hevdîtinek rûbirû ya bi Serokwezîrê Lapid Îsraîlê re

Yê ku xwe weke parêzvanê mafê doza Filistîniyan nîşan dide piştî 2008’an cara yekem bi Serokwezîrê Îsraîlê re civiya.

Piştî hevdîtinê ji Serokwezîrtiya Îsraîlê peyamek hate weşandin û ji ber hevkariya Tirkiyê ya îstixbaretî ya derbarê Îranê de spasiya wê kir.

Back to top button