Iraqê leşkerek li Xurmatû hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zencîle yê bajarokê Xurmatû yê girêdayî parêzgeha Selahidînê, êrîşî hêzên Iraqî kir. Di ecmanê de leşkerek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Rêveberê polîsên Xurmatû Hisên Elî ji Roj Newsê re da xuyakirin ku destpêkê çeteyan bi sekvanan êrîş kir, pitşre şer di navbera wan û leşkeran de derket.

Hisên Elî da zanîn ku piştre hêzeke artêşê bi hawara wan leşkeran ve çûn, di rê de mayînek teqiya.

Di encamê de leşkerek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Back to top button