Li herêmên hikûmeta Şamê 37 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 37 kesên din bi vîrûsê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 37 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kir ku 14 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 3 hezar û 691 kesî, ji wan 903 kes baş bûne û 165 kes jî mirine.

NY: Jimara pêketiyên Coronayê li Sûriyê ji jimarên fermî zêdetir in

Berpirsê Karûbarên Mirovî yên Netewên Yekbûyî, Mark Lowcock, got ku hejmara pêketiyên bi vîrûs Coronayê li Sûriyê, ji jimarên fermî zêdetir in.

Mark Lowcock di rûniştina Konseya Ewlehiyê de got ku ji bo Sûriyê alavên pêşîlêgirtina vîrûsê pêwîst in.

Back to top button