Welatiyekiyê astengdar ê bi navê Îbrahîm El-Xidêr, pereyên ku di bêrîka xwe de xist sendoqa alîkariyan a ji bo mexdûrên erdhejê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi hev re ji bo mirovahiyê” pêngavek alîkariyan destpêkiribû.
Pêngava alîkariyan a ji bo mexdûrên erdhejê hîn jî dewam dike.
Li navçeya Şedadê weke hemû navçeyên din konê alîkariyan hatiye vedan.
Welatiyê bi navê Îbrahîm El-Xidêr, ji lingê xwe ve astengdar û li ser erebeyeke 3 dûbarekar dike da ku malbata xwe xwedî bike.
El-Xidêr di rêya vegera li mal de rastî konê alîkariyê tê, pereyên ku ji karê xwe yê rojane qezenc kiriye, dixe sendoqa alîkariyê.
Îbrahîm El Xidêr got:
“Rewş çi dibe bila bibe erka me ye ku alîkariyan pêşkêş bikin.”