TEV-DEM’ê ji bo wefata Hecî Şiblî peyama sersaxiyê da

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMʹê ji malbata welatparêz Hecî Şiblî re sersaxî xwest..
TEV-DEMʹê bal kişand ser rola Hecî Şiblî di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên Dêrikê de.

TEV-DEM’ê ji ber wefata bavê şehîd Îsam û Ferhad Şiblî, Hecî Şiblî peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin:

“Bi êş û xemgînî me agahiya wefata kesayetê welatparêz Hecî Şiblî bihîst.

Hecî Şiblî xwedî dîrokeke dirêj di nava têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû..

Hecî Şiblî ji kesayetên civakî yên nîştimanî ye..

Ji ber rola wî di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêma Dêrikê de xurt bû.

Hecî Şiblî bavê şehîd Îsam û şehîd Ferhad e.

Ji ber vê windahiya mezin, em sersaxiyê ji malbata welatparêz û tevahî pêkhateyan re dixwazin.”

Back to top button