Dr. Azad Dîwanî: Ji bo kuştina dîlên şer divê komîteyek lêpirsînê bê şandin

Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina şer – London Dr.Azad Dîwanî, têkildarî armanckirina dîlên Tirkan ku ji aliyê artêşa Tirk bixwe ve hatibû kuştin, banga şandina komîteyeke lêpirsînê kir.

Dr.Azad Dîwanî diyar kir, ew kes bi temamî leşker in û ne sivîl in û got:

“Tişta rejîma Tirk a êrîşkar propogandaya wê dike hemû derew in, dixwaze dramayekê biafirîne da bi rêya wê desteka navneteweyî bigire.

Dîwanî teqez kir, sekna bi dewleta Tirk re bêyî hebûna komîteyeke şopandina rastiyan, tê wateya piştgiriya sûcên rojane ku artêşa Tirk li dijî gelê Kurd, pêk tîne.

Li gorî Dîwanî, eger civaka navneteweyî lêpirsînê di vî alî de bike, derî ji bo şandina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî vekirî ye.

Back to top button