Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê li Londonê ne

Îro şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeyeke Yekitiya Sandîkeyên Karkeran a Brîtanyayê li nivîsgeha yekitiyê ya li Londonê civiyan.

Şandeya herêmê, ji yekitiyê re aloziya aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama dorpêçê de behskir.

Her wiha şandeyê rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de û pêwîstiya darizandina wan, rewşa malbatên wan ên li kampan dimînin parve kirin.

Di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker jî hatin nîqaşkirin.

Şandeyê ji yekitiyê re destnîşan kir ku êrişeke bi vî rengî wê bibe sedema koçberkirina bi sedhezaran sivîlan û têkbirina ewlehiya herêmê.

Şandeya yekitiya brîtanî jî, tecrubeya Rêveberiya Xweser a ku ji pêkhateyên cuda yên herêmê ava bûye, bi erênî nirxandin.

Şandeyê destnîşan kir ku destekdayîna Rêveberiya Xweser dikin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî ewlehiya herêmê şermezar kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê rêveberiyê yê Ewropayê Dr. Ebdulkerîm Umer, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê Brîtanyayê Ehmed Mihemed û Nesrîn Yusif pêk hat.

Back to top button