Rûsya bi 50000 leşkerî dest bi tetbîqatê kir

Di dema ku şerê li dijî Ukraynayê dewam dike de, Rûsyayê bi 50 hezar leşkeran dest bi tetbîqatê kir.
Çîn û Hindistan jî beşdarî tetbîqatê dibin.

Di dema ku şerê li Ukrayna dijwar bûyî de, Rûsyayê tetbîqata leşkerî ya hefteyekê dest pê kir.

Tetbîqata ku 50 hezar leşker tê de beşdar bûn, li rojhilatê welêt bi hezaran kîlometre dûrî Ukraynayê ye, tê lidarxistin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Çîn, Hindistan û Mongolya û gelek welatên Yekîtiya Sovyeta berê, Belarûs jî di nav de, beşdarî tetbîqata leşkerî dibin.

Ev tetbîqat weke peyamekî ku di demekî Moskow bi welatên rojavayî re di nava alizyê de ye, bi welatên hevkar û hevalbendan re di nav hevkariyê de ye.

Moskowê ragihandin ku di tetbîqata bi navê “Wostok 2022” (Rojhilat 2022) de 50 hezar leşker, 5 hezar wesayitên leşkerî, 140 balafir û 60 keştiyên şer û hêzên bi vî rengî beşdar bûne.

Di nava tetbîqatê de leşkerên Hikumeta Şamê jî cihê xwe digrin.

Hêjayî gotinê ye ji bo tetbîqatê Rojhilatê Sîbîrya û Deryaya Japonyayê hatine destnîşankirin.

Back to top button