Rûsya li dijî tetbîqatê sîstema S-400 a li Kirimê çalak kir

Di demeke ku Ukrayna û NATO li Derya Reş tetbîqatên leşkerî pêk tînin, ji Rûsya gaveke ku aloziya gurtir bike hat avêtin.
Moskow ragihand ku wan sîstema parastina ezmanî ya S-400 ya li Kirimê bicih kiribûn, çalak kirine.

Fîloya keştiyên Rûsya yên li Derya Reş diyar kir ku gelek bataryayên S-400 şandine herêmê.

Li herêmê ji bo kontrolê Pantsir-S û 20 balafirên şer hene.

Artêşa Rûsya dazanîn ku taybetmendiyên kifşkirin û şewitandina elektronîkî yên S-400 û Pantsiran hatine ceribandin.

Tetbîqatên NATO û Ukraynayê ku 2 hefteyan wê li Derya Reş dewam bike, roja Duşemê despê kiribû.

Di tetbîqatê de 5 hezar personelên leşkerî, 40 balafir û 32 keştiyên şer cih digrin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê berê gotibû, ew ê tetbîqatan ji nêz ve bişopînin û “ger pêwistî bi ewlekariya netewî kir jî wê bikevin tevgerê.”

Back to top button