Iraq..Xezalî gefa kuştinê li leşkerên DYA xwar

Serokê Tevgera Esaib Ehlî Heq Qeyîs Xezalî ya dibin sîwana Heşda Şebîî de ye, gefa kuştinê li leşkerên DYA ya ji bo “tolhildanê” xwar.

Qeyîs Xezalî di axaftina xwe ya di televsionek ya Iraqê de êrişa DYA li sînorê Iraq-Sûrî ku çekdarên Heşda Şebî kiribû armanc nirxand.

Xezalî bi gotina “Em ne xwînrij û axayê şer in. Her weha, hêzên berxwedanê di mijara nerijandina xwînê de bibaldarin.” dest bi axaftina xwe kir û soza tolhildanê da.

Serokê Tevgera Esaib Ehlî Heq daxuyakirin ku ger êrişek nû li dijî hêzên Heşda Şebî pêk were wê bersiv bidin û got:

Ji bo vê yekê jî tevdîrên me yên pêwist û planên me jî hene.

Hêzên DYA 27’ê Hezîranê, li dijî çekdarên Heşda Şebî yên li sînorê Iraq-Sûrî bi balafiran êrişek pêk anîbû.

Heşda Şebî ragiahndibû ku di êrişê de 4 çekdarên wan hatine kuştin.

Doh jî di merasîma sembolî ya li paytexta Iraq Bexdayê hate lidarxistin de, gelek fermandarên çekdarên Şîî amade bûn.

Back to top button