Li herêma Dêra Zorê zirar li çandiniyê bûye

Birrîna ava çemê Feratê û ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk de bandoreke neyînî li ser jiyana gelên herêmê dike.
Li herêmên Dêrazor û Girê Spî, ji ber birrîna ava Firatê li zirar li çandiniyê buye.
Li Hesekê jî, ji ber ku şênî li hin cihan neçar dimîmin ava bîrên li taxan ji bo vexwearinê bi kar bînin, zêdetirî 753 kes nexweş ketine.

Dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê ji bo ku planên xwe li herêmê pêk bîne, hemû cureyên şer dijî gelê herêmê dide meşandin. Yek jê jî şerê avê ye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê hem ava Çemê Firatê û hem jî ava staasyoan Elokê qut kiriye.

Bandora vê yekê jî roj bi roj derdikeve û di rojên pêş de dê metirsiyên mezin bi xwe re bîne.

Li herêmên Dêrazorê, ji ber kêmbûna asta avê çirav û kevz li qeraxa çem derketine. Ev yek jî metirsiyên şêniyan ên ji ber belavbûna nexweşiyan zêde dike.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Dêrazorê Hisên El-Tirkî diyar kir ku stasyonên ava vexwarinê yên El-Kiber, El-Sawe û El-Zixîr ku av didan bi dehan gundên li rojavayê Dêrazorê rawestîne,

Serokê Kooperatîfên Cotkaran a Dêrazorê jî Mihemed El-Îd da xuyakirin ji ber ku stasyonên avdanê ji derdora mehekê ve naxebitin, zirar li çandiniyê jî bûye.

El-Îd bang li aliyên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku avê Firatê bide herikandin.

Li Girê Spî çandina berhemên havînê bi paş ketiye

Li Girê Spî jî, ji ber kêmbûna ava çemê Firatê, berhemên çandiniyê ya hevînê kêm bûye.

Serokê beşa çavkaniyên avê ya Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî Ebdullah El-Xetab diyar kir ku ger qutkirina avê wiha berdewam bike, stasyona El-Refî dê bisekine û piraniya cotkarên kantonê dê neçar bin îsal dest ji çandina hilberînên havînê berdin.

Ebdullah El-Xetab got, rêjeya çandina hilberînên havînê ya îsal li gorî sala borî ji sedî pêncî kêm buye.

Li Hesekê ji ber bikaranîna ava ne paqij, 753 kes nexweş ketine

Li Hesekê jî, ji ber qutkirina ava stasyona Elokê, şêniyên herêmê neçar dimînin ava bîran bi kar bînin. Lê ji ber ku hin bîr ava wan ji vexwarinê re nabe, bi sedan şêniyên bajêr di nav de zarok, nexweş ketine.

Hevserokê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Dr. Mihemed Seîd El-Abdullah diyar kir ku piştî qutkirina avê, gelek nexweşên ku dihatin nexweşxaneyê bi jehrbûn û navçûnê ketin, sedema wê jî vexwarina ava ne paqij e.

El-Abdullah da zanîn ku ji dema qutbûna avê li ser bajêr 753 kesên nexweş ketine.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed jî diyar ava ku Gerînedetiya Avê dide şêniyan dezenfektekirî ye û ji bo vexwarinê ye. Lê ji ber bikaranîna ava bîrên li taxan, ew rewşên nexweşiyê derketine.

Back to top button