Ciwanek li pêşiya ofîsa NY ya li Hewlêrê agir bi bedena xwe xist

Ciwanek ji ber rewşa xirab ya jiyanê li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêrê, agir berda bedena xwe.

Li gorî agahiyan destpêkê 2 ciwan ji bo ku daxwazên xwe pêşkêşî rêveberên NY bikin, çûne ber derê ofîsê.

Ciwanan ragihand ku eger kes bi hawara wan neyê ewê agir berdin bedena xwe.

Dema tu endamên ofîsê guh nedan daxwazên ciwanan, ciwanek ji wan agir bi bedena xwe xist.

Tevî ciwan agir berda xwe jî, endamên ofîsê li hewara ciwanan derneketin.

Ciwanê xwe şewitandî bi alîkariya hevalê wî û rojnamegeran ew rakirin nexweşxaneyê û niha dibin çavdêriya dixtoran de tê ragirtin.

Back to top button