Telegraf: Birîtaniya “Pasdarên Îranê” dixe lîsteya terorê

Bi sûcê girtina 7 kesên girêdayî Birîtaniyayê, li gor rojnameya Telegraf, Birîtaniya plan dike Pasdarên Îranê têxe lîsteya rêxistinên terorîst.

Di berdewamiya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, fişarên li hemerî dewleta Îranê zêde dibin.

Rojnameya Telegraf a Birîtanî bi raporekê eşkere kir ku Birîtaniya plan dike, hêzên Pasdarên Îranê têxe lîsteya rêxistinên terorîst.

Li gor heman raporê, dibe di nava hefteyekê de biryara dawî were dayîn.

Ev plan jî piştî girtina 7 kesên girêdayî Birîtaniyayê tê lêkolînkirin.

Berî niha û di gulana 2019’an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Pasdarên Îranê xistibû lîsteya terorê.

Back to top button