HRE bîlançoya çalakiyan a salekê eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên salekê yên li hember dagirkeran eşkere kir. HRE’ê ragihand ku hêzên me 70 çalakî pêk anîne, di wan de 204 leşker û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin. Her wiha 139 leşker û çete jî birîndar bûn. Hêzên Rizgariyê eşkere kir ku di salekê de 19 hevrêyên wan şehîd bûn. 

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên salekê yên li hember dagirkeran eşkere kir.

HRE: Tirkiyê 27 hezar û 498 carî êriş kiriye

HRE’yê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên wan sala 2022’an jî dewam kir û ev agahî parve kir:

Piştê Efrîn hat dagirkirin, gelê me yê ku ji cihûwarên xwe koçber bûn, her roj bi êrişên dijwar re rû bi rû man.

Artêşa Tirk û komên çete ku ti quralên şer nas nakin, li hember gelê me her cure êrişên dijmirovî pêk anîn.

Li heremên dagirkirî jî mirovên welatparêz û birumet hatin kuştin, revandin û îşkenceli wan hat kirin.

Di sala 2022’an de heremên me 27 hezar 498 caran bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.

18 caran êrişên balafirên şer û 13 caran jî êrişên bi dronan çêbûn.

Di encama van êrişan de 1 jê zarok 7 welatiyên sivîl şehîd bûn, 10 jê zarok 44 welatî jî birîndar bûn.

HRE: Hêzên me 70 çalakî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anî

HRE’ê ragihand ku li hember sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê hêzên wan bê bersiv neman û ev bîlanç da.

”Di sala 2022 an de, hêzên me 70 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn.

HRE: Di van çalakiyan de 204 leşer û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

  • Di encama van çalakiyan de 20 polîsên taybet, 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çete hatin kuştin.
  • Her wiha 16 polîsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.”
  • 14 seyare ku 3 ji wan zirxî bûn hatin îmhakirin,
  • tankek
  • 8 motorsiklet
  • 8 çeper
  • 5 kon
  • 2 mange
  • obusek
  • çekek M-16
  • Gelek cebilxane
  • Û alavê teknîkî hatin ruxandin.
  • 2 kirpî, 1 akrep, 2 tank, 1 reo, 1 obus û seyareyek jî hatin derb kirin.
  • 8 çekên AK-47
  • 1 BKC
  • 1 B-7
  • 1 çeka sekvanî
  • 1 damençe
  • 4 bêtêl
  • 4 rext,
  • 5 telefon
  • Û miqdarek zêde ya cebilxane jî ketin destê hêzên me.

HRE: Di salekê de 19 hevalên me şehîd bûn

Dawiyê Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku di sala 2022 an de 19 hevrêyên wan şehîd bûn.

Back to top button