“Di şexsê heval Evîn de tevgera azadiyê hat hedefgirtin”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê Komkujiya Parîsê de axivî..
Besê Hozat da zanîn ku di komkujiyan de rola Dewleta Fransayê jî heye ..
Ji ber vê mecbûre van komkujiyê ronî bike..
Her wiha bang li gel kir ku bi awayekî xwirt xwedî li şehîdan derkevin .

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û komkujiya 2. a li Parîsê pêkhatî nirxand.

Besê Hozat da xuyakirin ku komkujî di şexsê jinên pêşeng ên tevgera azadiyê de hatiye kirin ..

“9’ê Çileya 2013’an 3 jinên şoreşger li navenda Parîsê hatin şehîdxistin ..

Niha jî ev komkujî.

Di hedefa herdû komkujiyan de jinên kurd ên pêşeng hebûn.

Di kesayeta hevala Evîn û Sara tevgera azadiyê û gelê kurd hat hedefgirtin”

“Dewleta Fransa divê teqez van komkujiyan ronî bike”

Besê Hozat da zanîn ku di komkujiyan de rola Dewleta Fransa yê jî heye û got :

“Di van cînayetên siyasî de rola îstîxbarata Fransayê jî heye .

Diyare ku beşeke ji Dewleta Fransa cihê xwe tê de girtiye .

Heke rola wan neba, ma gengaze ku MÎT’a Tirk were li navenda Fransa paytexta wê komkujiyan bike.

Li ser navê tevgera azadiyê vê bangê li Franda dikim.

Divê teqez herdû komkujiyan ronî bike.

“MÎT’a Tirk komkujî pêk anî”

Besê Hozat diyar kir ku Faîlên herdû komkujiyan dewleta Tirk a faşîste ..

“Divê hesab jê were xwestin . MÎT’a Tirk komkujiya 9’ê Çileyê îtîraf kir ..

Bi dehan belge radestî Fransa hatine kirin. Hat belgekirin ku bi fermana Erdogan MÎT’ê kiriye.

Lê Fransa ev yek eşkere nekir .”

“Komkujiya 23’ê Kanûnê dewama komkujiya 9’ê Çileyê ye”

Besê Hozat komkujiya 23’ê Kanûnê jî weke dewama 9’ê Çileyê bi nav kir .

“Ji roja destpêkê de hêzên li pişt komkujiyê diyarin .

Dewleta Tirk a dagirker e .

Çima gelê kurd ku mirovahî parast bibe hedefa hêzeke din .

Heval Evîn Endama Konseya Rêveber a KCK’ê bû ..

Pêşenga tevgera jinên kurd bû ..”

“Evîn goyî xebateke pîroz da meşandin”

Besê Hozat tekez kir ku Hevala Evîn kedeke wê ya zêde hebû ..

“Li çar aliyên Kurdistanê xebateke pîroz da meşandin .

Tevahiya jiyana xwe da azadiya gelê kurd.

Di têkbirina DAIŞ’ê de wê roleke sereke lîst .

Bi hedefgirtina hevala Evîn xwestin derbê li Tevgera azadiyê bidin”

“Em ê hesabê van komkujiyan ji dewleta Tirk bipirsin”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dawiyê de da zanîn ku ew ê hesab ji Dewleta Tirk bipirsin.

Gelê me ji roja destpêkê de helwesteke baş û di cih de nîşan da .

Heta ev komkujî were ronîkirin wê têkoşîna me bidome .

Em çiqas li ber xwe bidin em ê ewqas encam bi dest bixin .

Back to top button