MEŞA JINÊN CIWAN BER BI EYN DÎWERÊ VE DIDOME

Bi aramnca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pişgiriya bi çalakiya Leyla Guven re, Yekîtiya Jinên Ciwan doh dest bi meşa Dirêj kirin.

Di roja duyemîn a meşê de Jinên Ciwan meşa xwe ya ber bi Eyn Dîwerê ve didomîne.

Meşa jinên ciwan duh li gundê Xana Serê yê herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê kiribû.

200 jinên ciwan ji bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê tevli meşê bûne.

Duh jinên ciwan li navenda bajarê Dêrikê sekinîn û îro di saetên sibê de dest bi meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur de kir.

Di meşê de siloganên silavkirina berxwedana Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatin gotin.

Li gorî komîteya amadekar ku jinên ciwan piştî ku bigihîjin gundê Eyn Dîwerê dê daxuyaniyekê bidin û meşa xwe bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button