Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmê dikin. Dagirkeran îro jî gundên Şehbayê bi giranî bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker îro gundên Şeala, Xirbe Şeala, Hezwan û derdora gundê Nêrebiye yên Şehbayê bi giranî topbaran kirin.
Hate diyarkirin ku bi dehan guleyên hawan û obusan li gundên navborî ketine.
Li Til Rifetê 5 welatî birîndar bûn û zirarên madî çêbûn
Duh jî piştî şêniyên herêma Efrînê ji xwepêşandana ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî vegeriyan, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê Ezazê navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Di encama topbaranê de 5 welatî birîndar bûn û ziyanên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.
Her wiha dagirkeran di heman demê de bajarokê Til Rifetê, gundên Til Cibirîn, Semoqa û Bendava Şehbayê bi obîsan topbaran kiriin.