Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê panelek li ser kompoloyên siyasî yên li dijî gelê Sûriyê li dar xist.
Panel li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hat lidarxistin ..
Cîgirê serokê Partriya Sûriya Pêşerojê Mihemed Berkel pêşketinên di demên dawîn de nirxand û got :
“Erdogan zanî ku dê desthilatiya xwe ji dest bide..
Wê demê têkilî bi Rûsyayê re danî ku nêzîkbûnê bi hikumeta Şamê re bike. ”
Li ser armanca lihevkirinên AKP′ê, Berkel ev tişt got: ”
“Armanca AKP′ê dengên li hundir qezenc bike, da ku Erdogan di desthilatê de bimîne.
Hikumeta Şamê jî vê yekê dizane.
Lê yê zirarê dibîne gelê Sûriyê ye.
Nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk jî bandorkirina li Rêveberiya Xweser e.”
Panel bi nîqaşên di navbera dîwan û beşdaran de dewam kir.
Nîqaş û nêrîn li siyasetên dewleta Tirk li Sûriyê û armancên wê yên sereke bûn.