Di encama bersivdayînê de malbateke çarkesî hat kuştin

Artêşa Îsraîlî, êrîşin asîmanî li ser Sûriye û Libnanê, pêk anîn… malbatek bi giştî hatin kuştin û 5 deverên komên Iraniyan hatin rûxandin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, îro di saetên sibehê de, artêşa Îsraîlî parêzgeha Hema ya Sûriyê, bi mûşekan kir armanc.

Di encama êrîşê de, 5 deverên komên Îraniyan ên li Hemayê, bi temamî hatin rûxandin.

Her wiha çavdêriya diyar kir ku li heman deverê, bermahiyên mûşekan ên pergala Sûrî ya parastinê, bi ser malên sivîlan de ketin û di encamê de malbateke çar-kesî hat kuştin û zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Back to top button