Hiqûqnas û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP da

HDP wê li dijî darbeyê, “Meşa Demorkasiyê”, di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin.

Beriya meşê walîtiyên dewleta Tirk yên Edîrne, Tekîrdag, Kocaelî, Şirnex û Wanê, têketin û derketina ji bajêr qedexe kirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Ayşe Aciniklî, Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di nav de, siyasetmedaran bertek nîşanî hewldana astengkirina meşa HDP’ê dan û diyar kir ku astengkirina meşê li dijî Qanûna Bingehîn e.

Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, li Edeneyê, polîsên Tirk vê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de, 10 kes hatin binçavkirin.

Back to top button