
Li bajarê Qamişloyê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi çalakiyekê piştgirî dan pêngava KCK’ê.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi serkevin” çalakiyeke li parka Dirîm Land a bajarê Qamişlo li dar xist.
Şêniyên Qamişlo, di nav de xwendekar, tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Piştre endama rêveber a Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ronahî Ehmed axivî û piştgiriya tevgerê ji pêngava KCK’ê ragihand.
Ronahî destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.
Di çalakiyê de Koma Stêra Zêrîn, Koma Şehîd Rojbîn û Koma Botan stran.
Çalakî bi gerandina xelekên dîlanê li ber stranên hunermend Baran û Sîpan Xelat bi dawî bû.