Mîrê Kuweytê Şêx Sebah El-Ehmed di temenê 91 salî de mir.
Li gorî medyaya Kuweytê, îro piştî nîvro Mîrê Kuweytê Şêx Sebah El-Ehmed di temenê xwe yê 91 salî de mir.
Hikûmeta Kuweytê ji ber mirina Mîr Şêx Sebah li welêt 40 roj şîn ragihand
Şêx Sebah di sala 2006’an de bû Mîrê Kuwêtê. 15’emîn mîrê Kuweytê ye û nêzî du meh bûn rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bû.