Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li 9 şêniyên ji navçeya Mabata ya Efrînê cezayê muebbetê birrîn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 9 şêniyên gundê mabata yê Efrînê girtin.
Çeteyan bi bahaneya ku bi rêveberiya xweser re kar dikirin li van sivîlan cezayê muebbetê birrîn.
Li gorî cezayê hatiye birrîn, wê 9 sivîl heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de bimînin.
Navê kesên ceza li wan hatine birîn wiha ne:
* Firas Faiq Kilkawî
* Hemudê Xilosî Cafer
* Îbiş Mihmed Miho
* Mesûd Mecid Kilkawî
* Cengîz Mistefa Nasan
* Ehmed Mihmed Îbiş
* Reşîd Sebrî Miho
* Idrîs Mistefa Nasan
* Hisên Ehmed Kilkawî