Xwepêşandêran navê 4 namzetên serokatiyê radest kirin

Xwepêşanderên Iraqê navên namzetên serokatiya hikûmetê dan serokkomar Berhem Salih.

Piştî istîfaya serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul-Mihdî, serokkomarê Iraqê Berhem Salih, di rojên pêş de, wê navê namzetê serokatiya hikûmetê ragihîne û wî erkdar bike.

Xwepêşanderan jî bi rêya nûnerên xwe, navên namzetên serokatiya hikûmeta Iraqê pêşkêşî serokkomar kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê navên 4 namzetan ji lîsteya xwepêşanderan eşkere kir.

Di lîsteya xwepêşandêran de navên Mihemed Şiya Sûdanî, Es’ed Îdanî, Mistefa Kazimî û Dadwer Raîd Cûhî cîh digire.

Ji 1’ê Cotmehê ve li seranserî bajarên Îraqê, ji ber gendelî û bêkariyê, xwepêşandanên li dijî hikumetê berdewam dikin û heta niha zêdetirî 460 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button