HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN
DER BARÊ ŞAHIYA NEWOROZÊ DE BIRIYARINE EWLEHÎ DERXIST
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehiya şêniyan di cejna Newrozê de hin biryar derxistin.
Rêveberiya Xweser jî ji aliyê xwe ve bi boneya Newrozê 2 roj betilandin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û hinek biryar derxistin.
Li gorî fermandariyê;
Qedexekirina Teqemeniyên lîstokî,
Çekên takekesî li cihê şahiyan,
Vêşxistina agir di hundirê bajêr û gera motorsîklêtan di hundirê bajêr de.
Her weha erebeyên mezin û sîtêran bi hemû cureyan, gera li nava bajêr qedexe ye.
CEJNA NEWROZÊ
RÊVEBERIYA XWESER BI BONEYA ROJÊ 2 ROJ KIR BETLANE
Ji aliyê xwe ve jî Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê rojên 20 û 21`ê Adarê betlanand.