Amerîkayê ji bo windahiyên sivîl ên Xezayê Îsraîlê rexne kir

Şerê Îsraîl û Hemasê bi dijwarî didome.
Bi taybetî yê herî zêde ji vî şerî zirarê dibînin sivîlan e.
Rojane bi ragihandina bîlançoyên nû yên windahiyan sazî û dewletên sereke Îsraîlê hişyar dikin.
Neteweyên Yekbûyî ji bo windahiyên sivîlan daxwaza agirbestê kir.

Wezîrê Karê Dervê yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Antony Blinken anî ziman ku hikumeta Îsraîlê ji bo parastina sivîlan mebestên xwe diyar kiribû lê belê windahiyên heyî ya sivîlan zêde ye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu û Qralê Urdunê Abdullah re bi telefonê axivî.

Qesra Spî da xuyakirin Biden gotiye bi riya korîdoran bi awayekî ewle mirovan ji qadên şer derxistin û sivîlan ji Hemasê cuda kirin pir krîtîk e.

Ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza agirbestê

Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Xezayê Eşref El-Qidra ragihand ku Îsraîl bi şerê Hemasê re 350 Filîstinî kuşt.

Îsraîl jî da xuyakirin du kesên li tunelekî li Xan Yunusê gulebarandin, ji ber vê leşkerên Îsraîlî tev li ev du kesan hejmarek zêde endamên Hemasê kuştine.

Dewletên Ereban jî daxwaz kirin ku li Xezayê demildest agirbest bê kirin.

Her wiha Îmarat ji Konseya Ewlekariyê yê NY daxwaz kir ku li ser pêşnûmeyeke biryarê dengê xwe bide.

Amerîka û Îsraîl dibêjin Hemasê wê ji agirbestê sudê werbigire, bo vê li dijî agirbestê derdikevin.

Ji bo biryar were pejirandin herî kêm pêwîste 9 dengê erênî bê dayîn, her wiha 5 endamên daîmî (Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa, Înglistanê) red neke.

NY: Fîlîstîniyên li Xezayê di rewşeke metirsîdar de ne

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk nerazîbûn nîşan da ku Fîlîstîniyên li Xezayê di rewşeke metirsîdar de ne.

http://doc.afp.com/347384V

Volker Turk li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got:

“Îsraîl sivîlên li Xezayê bi bêrehmî bombebaran dike.”

Turk bang kir ku şer demildest were sekinandin û dîlgirtî werin berdan.

Li gorî Îsraîlê di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de piranî jê sivîl 1.200 kes mirin û zêdeyî 240 kes dîl hatin girtin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê 16 hezar û 248 kes di bombebaranên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ku ji sedî 70’î zêdetir jin, zarok û ciwan di nav de ne.

Volker Turk got, “Fîlîstîniyên li Xezeyê di rewşeke metirsîdar de dijîn û ev rewş her ku diçe xerabtir dibe.”

Komîser Turk bang li hemû dewletan kir ku ji bo astengkirina van sûcan, demildest tedbîr bigirin.

Back to top button