Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand heta niha li Iraq û Suriyê komên çekdar bi giştî 78 êriş li dijî hêzên wan pêkanîne.
Hat gotin di êrişan de 66 leşkerên Amerîkî bi sivikî birîndar bûne.
Êrişên li Iraq û Suriyê li ser baregehên Amerîkayê bê navber dewam dikin.
Pentagonê amarên dawî li ser êrişên komên çekdar ên li Iraq û Suriyê li dijî hêzên Amerîkayê pêk tên, belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, komên çekdar hin êrişên nû li ser baregehên wan pêkanîne
û bi van êrişan re hejmara êrişên ku li Iraq û Suriyê li dijî baregehên Amerîkayê pêkhatine gihişt 78 êrişan.
Hat diyarkirin di encama wan êrişan de 66 leşkerên Amerîkayê bi sivikî birîndar bûne.