Kobanê-Şehîd Feysel Ebû Leyla li ser gora xwe hat bibîranîn

Li bajarê Kobanê, fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla di salvegera 7’an a şehadeta xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê meclisa leşkerî ya Minbicê û saziya malbatên şehîdan a li Minbicê, hat lidarxistin.

Malbat û rêhevalên şehîd Ebû Leyla, tevî endamên meclisa leşkerî û yên malbatên şehîdan beşdar bûn.

Şehîd Feysel Ebû Leyla li ser gora xwe ya li Kobanê hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê de kesên axivîn şehîd Feysel Ebû Leyla bi bîr anîn û bal kişandin ser rola wî ya di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de û wiha gotin:

“Kesê ku bi şehîd Ebû Leyla re şer kiriye lehengî û dilnizmiya wî nas dike, ew ji bo şervanên ku niha herêmên xwe diparêzin bûye nimûneya lehengiyê.”

Back to top button