Êrişên arteşa Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla dewam dikin

Dewleta Tirk a para xwe ji mirovahiyê negirtiye li dijî gerilayên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî didomîne Li tunelên şer ên Werxelê û çeperan piştî ku berf heliya, derbarê sûcên şer yê artêşa Tirk de delîlên nû derketin holê. Gerîlayan dîmen û fotoyê van tiştan parve kir.

Artêşa Tirk par piştî têkçûna li Garê di 23’ê Nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin.

Li hemberî vê êrişa dagirker hêzên gerîla heta îro jî berxwedana mezin dikin.

Artêşa Tirk tevî piştgiriya NATO’yê û hemû teknîka xwe ya pêşketî jî nekarî berxwedana gerîla bişkîne.

Artêşa Tirk a ku li beramberî berxwedana gerîla derbên giran xwar û hîna jî dixwe, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan 27’ê Kanûna 2021’ê ji ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû wan tespît kirine ku 5 cûreyên çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî di 5’ê Sibatê de gotibû;

“Li Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê di êrişên hewayî û bejahî de 322 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn,

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bîlançoya şer a sala 2021’an weşandibû û hatibû diyar kirin 40 gerîlayên azadiyê ji ber êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûne.

Li tûnelên şer yên gerîla derbarê sûcên dewleta Tirk de delîlên nû hatin dîtin

Li tunelên şer ên Werxelê û çeperan piştî ku berf heliya, derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk de delîlên nû derketin holê.

Gerîlayan dîmen û fotoyê van tiştan qeyd kir.

Bîdonên asîtên tund ên ku her derê dişewitîne yên artêşa Tirk tê dîtin.

Bi van delîlan re tê dîtin ku dewleta Tirk asîtên tund ên ji bo paqijiya cilan tên bikaranîn û maddeyên din tevlîhev dike û gerîlayan jehrî dike.

Di nav van belgeyan de kartonên li ser wan ‘TERMOBARÎK’ hatiye nivîsandin, xuya dibe.

navbera saniyeyên 5-8 dide nîşandan

Vê bombeya termobarîk (vakûm) bi germahiyeke zêde ji nişka ve pestoyê çêdike û qadê parçe parçe dike.

Ji ber vê di Peymana Cenevreyê de ev tişt hatiye qedexekirin.

Ev çek ji bo avakirina teqîneke bi germahiya zêde pêlên şokê û vakûman dike heye.

Piştî dîmenan agahî ji Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê hate stendin û hate diyarkirin artêşa Tirk vê rêbaza di çekên kîmyewî de, di çekên sofîstîk de jî bi kar tîne.

Back to top button