Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê daxuyaniyek da

Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê diyar kir divê bêmafiya li ser zarokan bi dawî bibe.

Komîteya Pewrwerdê ya Wargeha Mexmûrê jî bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Komîteyê diyar kir ku heta bêmafiya li ser zarokan bi dawî nebe wê rijandina xwînê neyê rawestandin.

Komîteyê anî ziman ku li Tirkiyê di navbera salên 2010-2018’an de ji ber bêmafiya li hembari zarokan 153250 doz hatine vekirin.

Komîteyê bang li NY’ê kir ku li hember kirinên dewleta Tirk a li dijî zarokan û bi taybet zarokên Kurd, bêdeng neminîn.

Back to top button