Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan berdewam dike.
Balafirên bêmirov yên artêşa dagirker li gundê Bîkdawîda yê Kanî Masî sivîlek birîndar kirin
Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîkdawîda yê navçeya Kanî Masî ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Di êrîşê de sivîlê bi navê Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû û li gund xisareke mezin a maddî çêbû.
Hate diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên girêdayî PDK’ê nehiştiye ku gel biçe herêmê û bi tenê malbata Suleyman Şêxo kariye biçe herêmê.
Balafirên şer ên artêşa dagirker Herêma Seqer û Geruzeyn ya li Biradostê a ser bi Hewlêrê jî bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li xeta Metîna û Heftanînê liv û tevgera artêşa dagirker zêde bûye.
Dûh êvarê jî artêşa dagirker gundê Bamişmişan û Şehê yên bi ser bajarokê Dînartê yê navçeya Akrê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de, malên gundiyan zirer dîtin.