Ermenîstan..Li Êrîvanê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê kombûn

Beşek mezin ji xaka Qerebaxê ket bin dagirkeriya Azerbeycanê, li Ermenîstanê jî şîna vê tê kirin. Hêrsa bi hezaran Ermeniyan a li dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi dawî nabe.

Careke din li paytext Êrîvanê gel li kolanan bûn. Hemwextî vê Paşînyan nexşerêya xwe ya nû eşkere kir. Di hedefa wî de jî reforma di aliyê leşkerî de heye.

Li beşeke mezin ya herêma Çiyayî ya Qerebaxê êdî dagirkeriya Azerbeycanê serwere.

Ev dagirkerî hêrsa Ermenan her zindî dihêle.

dimen biherikêne.

Xwepêşandanên ber danê êvarî despê dike, heta saetên şevê didomin.

dimen biherikêne.

Paşînyan: Wê reforma leşkerî bêxin meryetê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan yê di hedefa xwepêşandêran de ye, ji bo balê li ser xwe bide aliyekê li rêbazên çareseriyê dgere.

Paşînyan nexşerêya xwe ya nû ragihand.

Paşînyan di vê nexşerêyê de, qala refûrma di aliyê leşkeriyê de dike û wiha dibêje:

Ji rewşa heyî ez xwe berpirsyar dibînim.

Lê di heman demê de ez xwe berpirsê wê yekê jî dibinîn ku li welat aramî û ewlehiyê pêk bînim.

Ji ber vê yekê ez pêwistiyê bi despêkirina refûrmekê dibînim.

Paşînyan careke din ji bo herêmê qala xwesertiyê kir û balkişand li ser vegera koçberên li herêmê.

Li ermenîstanê banga hilbijartina pêşwext tê kirin

Mixalîfên Ermenî ku peymana rawestandina şer ku 10 Mijdarê ket meryetê weke peymana radestbûnê pênase dikin û banga îstifayê li Paşînyan dikin.

Herî dawî, Serokomarê Ermenîstanê Armen Sarkis-yanjî 16 Mijdarê di axaftina xwe ya ji bo raya giştî de banga hilbijartina pêşwest kiribû.

Back to top button