Pervîn Bûldan: Pergala hevserokatiyê ji bo cîhanê bûye model

HDP’ê têkildarî pergala hevserokatiyê panelek lidarxist. Di panelê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Pergala hevserokatiyê bingeha cihê jinan ya qada sîyasetê ye, em bi salan têkoşîna vê yekê didin û niha ev pergal ji bo cîhanê wek modelekê ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê a Rêveberiya Herêmî li 1’mîn Şaxa Egitim Senê ya Amedê têkildarî pergala hevserokatiyê panel li dar xist.

Meclisa jinan a HDP’ê, Hevseroka giştî yên DBP’ê û Aktîfîstên TJA’yê tevlî panelê bûn.

Panel bi temaşekirina sînevîzyona der barê pergala hevserokatiyê dest pê kir.

Piştra Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

Pervîn di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji hevserokên ku di girtîgehê de ne şand û got:

Li Tirkiyê jinê ne bi nûnertiyek wekhev, ne jî nerînê xwe bi vîneke azad didan.

Di sîyasetek di bin serdestiya mêran de, jinan nedikarî cihekî ji xwe re bigirin.

Bi vî awayî jin tevlî sîyaset nekirin, demokrasî û hiqûq jî hat binpêkirin.

Pervîn Bûldan: Êdî jin di her qadên siyasetê de cih digirin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê dibêje:

“Jinan di her qadên jiyanê de temsîliyetek wekhev xistin pêşîya xwe ku wekhevî hebe edalet demokrasî û jiyanek bi rûmet jî ava dibe.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiya herî sereke ye û wiha bi dawî kir:

Em wek HDP’ê bi sepandinên xwe yekemîn in û ji bo cîhanê wek modelekê pêk tînin.

Jin tevî hişmendiya serdest têkoşîna xwe mezintir dike û serî natewîne.

Back to top button