Şandeya KNK’ê li Silêmaniyê bi Tevgera Goran re civiya

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê di çarçoveya serdanên pêşî-girtina şerê navxweyî de li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Goran re civiya.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku ew dixwazin zemînê diyalogê avabikin da ku alî werin gel hev.
Berdevkê Tevgera Goran Ednan Osman jî diyar kir ku wan şerênavxweyî heramkiriye divê zûtirîn dem de diyalog pêk bê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê ji bo pêşî li şerê navxweyî bigre Komîteya Çareseriya Qeyranê avakiribû.

Ev komîte îro jî di pêşengatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs de bi Tevgera Goran re li Silêmaniyê civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Berdevkê Tevgera Goran Ednan Osman destpêkê axivî û daxuyakirin ku tekane çareseriya pêşî girtina şer, diyalog û guftugoye.

Ednan Osman axaftina Mesûd Barzanî û biryara parlamentoyê bibîrxist û diyarkir ku beriya niha jî parlamentoyê şerê navxweyî heram kiriye.

Divê hemû aliyên siyasî girêdayî biryarê bin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî da xuyakirin ku armanca wan a van serdanan; avakirina zemîneke diyalogê ye

Qeremus diyarkir ku divê aliyên siyasî dest bi danûstandinan bikin û bi hev re nakokiyan çareser bikin.

Eger rê li pêşiya aloziyê neyê girtin, wê hemû destkeftiyên gelê Kurd winda bibin.

Hevserokê KNK’ê herî dawî jî got;

“Me daxwaza hevdîtinê ji birêz Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê kiriye. Lê heya niha bersiva me nedane.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê ji bo pêşî li şerê navxweyî bigirin, di 4’ê Mijdarê de Komîteyek Çareseriya Qeyranê ava kiribû.

Ev komîte di heman çarçovê de bi seroka parlamentoya Başûrê Kurdistanê re, YNK, Yekîtiya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya bû.

Back to top button