92 Rêxistin û desteyên Mirovî yên Sûrî komkujiya dewleta Tirk li ser Til Rifetê şermezar kir

2’ê Kanûnê Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Rifatê komkujiyek pêk anîn û di encanê de 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûn.
Ev komkujî rastî nerzaîbûnên hundir û derve hat, 92 rêxistin û desteyên mirovî yên Sûrî jî daxuyaniyeke hevbeş komkujî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de kirin û binpêkirinên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku bilez çareyekê ji aloziya Sûrî re bibîne û sîneorkî ji êrîşên dewleta tirk re deyînin.

92 Rêxistin û desteyên mafên mirovan ên di federasyona Sûriyê de, der barê komkujiya herî dawî ya dewleta Tirk li dijî Efrîniyên li Til Rifetê pêk aniye, daxuyaniyek hevbeş dan û sersaxî ji malbatên qurbaniya re xwest.

Di daxuyaniyê de, Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan teqîn û bombebaranên bêserûber ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin.

92 Rêxistinan diyar kir k ev kirinên ne-mirovî weke sucên şer bi nav kir û ev yek weke tewanên derheqê mirovahiyê de nîşan da.

92 Rêxistinan destnîşan kir ku ev komkujî berdewamiya binpêkirin û siyseta dewleta tirk a
guhartina demografîk e.

Her 92 rêxsitin û desteyên mirovî destnîşan kirin ku komkujiya dewleta Tirk li Til Rifetê pêk aniye, bi dehan qurbanî û birîndar li paş xwe hişt ku piraniya wan zarok bûn.

92 Rêxistin û desteyên mirovî bang li civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî û bilez çareyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bibîne û herikandina xwînê rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyê de, her 92 rêxistinan diyar kirin ku divê xebat li ser çend tiştan were kirin.

Divê hemû kirinên dijmirovî yên der heqê Kurdan de tên kirin, rawestin.

Divê rê li ber guhartina demogarfîk were girtin.

Doza Kurdî ya li Sûriyê, dozeke demokratîk e û ji ber ew semboleke hevjiyan û aştiyê ye, divê xebat ji bo vê yekê werin kirin.

Divê alîkarî ji hemû deverên ji ber şer ziyan li wan hatine kirin, werin şandin.

Leave a Reply

Back to top button