Polîsên dewleta Tirk li Kocaelî 14 rêveber û endamên HDP’ê girtin

Li dijî HDP’ê zilm û zordariya dewleta Tirk îro jî dewam kir.
Li Kocaeliyê Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Leyla Aygun jî di nav de 14 HDP’î hatin girtin.

Li Kocaeliyê di 26’ê Mijdarê de polîsan li dijî rêveberên HDP’ê operasyon pêk anîbû û di serdegirtina malan de 22 kes binçav kiribûn.

Îfadeyên 22 kesan bi dawî bû û ew sewqî Dadgeha Kocaeliyê kirin.

Dadgehê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” der barê Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Leyla Aygun, Endamê Meclîsa HDP’ê Mehmet Alçinkaya, Hevserokê HDP’a Gebzeyê Ebubekîr Çoban, rêvebera HDP’a Kocaeliyê parêzer Zakîre Dundar û 10 endamên HDP’ê de biryar girtinê da.

14 kesên hatin girtin şandin girtîgehê.

Ji aliyê din ve şarêdera Şemrexê Nalan Ozaydin, Şarêdara Dêriyê Mulkiye Esmez û Şarêdara Pirsûsê Gulistan Oncu ku piştî ji wazîfeyê hatibûn girtin şandibûn girtîgihê; sîrgûn kirin.

Her sê şarêdarên ku li girtîgeha Mêrdînê bûn, sîrgûnî girtîgeha Tarsûsê kirin.

Leave a Reply

Back to top button