Istixbaratên Iraqê 4 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Şure yê Musilê girtin

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku li Nînowayê çar çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin ji wan yek jê jin e.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand, di encama çalakiyke îstixbaratî de çar çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Hat gotin di nava kesên hatine girtin de jinek jî heye, ew jin li bajarokê Şure yê dikeve başûrê Musilê hatiye girtin û her sê çeteyên din jî li devera Naemaniye ya bajarokê Nemrudê hatine girtin.

Back to top button