Ebdulkerîm Omer: Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve gaveke dîrokî ye

Di 20’ê Cotmehê de Parlementoya Katalonyayê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê naskir.

Têkildarî mijarê Hevserokê Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser Ebdulkerîm Omer ev gava Parlementoya Katalonya yê pîroz kir û got: ”Naskirina Rêveberiya Xweser ji alîyê parlementoya Katalonya yê ve pêngaveke dîrokî ye.”

Di 20 Cotmehê de ango di salvegera rizgarkirina bajarê Raqa yê de, parlementoya Katalonya yê bi awayek fermî statûya Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê naskir.

Têkildarî mijarê Hevserokê Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser Ebdulkerîm Omer parlementoya Katalonya yê pîroz kir û ev yek weke gaveke dîrokî pênase kir û got: ”Dibe ku di demên pêş de gavên wisa ji alîyê parlementoyên din ve jî werin avêtin.”

Ebdulkerîm Omer da zanîn ku ev helwesteke pir hêjaye û wiha dewam kir:

”Ev bi salane Sûrîye di nav nakokî û şer de ye. di vê tevlîhevîyê de me karî bi hemû pêkhateyên heremê Rêveberîyeki ava bikin û di pergala xweserîyê de hemû pêkhate xweserîya xwe diparêzin.”

Omer destnîşan kir ku ew di warê dîplomatîk de giranîya xwe didin pêşxistina têkilîyên civakî û got:

”Weke Rêveberîya Xweser em bi pêşxistina têkilîyên civakan re, xwe dispêrin dîplomasîyê. Ji ber ku em ne komên Dewletîne. Ji ber ku hesab û berjewendîyên dewletan ne li ser esasê berjewendîyên civaka ne.”

Omer eşkere kir ku ew bêhtir giringîyê didin têkilîyên bi sazîyên civaka sivîl û yên navneteweyî, çalakîyên civakî, sendîka, çapemenî, nivîskar û akademîsyenan û got:

”Berîya ku dengvedan çêbibe, rewşek erenî di nav civaka Katalonya yê de çêbû bû. ev jî bingeha xwe ji têkilîyên me yên bi civakan re digre.”

Ebdulkerîm Omer da zanîn ku dema serokê Amerîkayê Trump bi rêya telefonê hişt ku AKP erişî heremê bike, raya giştî ya Emerîka yê li hundir û derve ev biryar red kirin û zirareke mezin gîhan de Trump.”

Omer da xuyakirin ku di dema berxwedana Kobanê de û ragihandina roja pişgtgriîya Kobanê ya Cîhanî de civakên cîhanê daketin qadan û piştevanîyek mezin dan heremê.

Ebdulkerîm Omer di dawîyê de spasî parlementoya Katalonya kir û wiha bi dawî kir: ”Ev biryar di nav gelê heremê de keyfxweşîyek çêkiriye û dibe ku bibe wesîle hin parlementoyên din jî Rêveberîya xweser nas bikin.”

Back to top button