Cemîl Bayik: Ne ji hevkariya PDK’ê be dewleta Tirk nikare bi hêsanî êriş bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla de jî axivî.
Bayik got, “Artêşa Tirk 6 meh in êriş dike; gerîla jî bi rengekî fedayî li ber xwe dide. PDK jî bi dorpêçkirina gelek qadên gerîla re li artêşa Tirk vedike ku hîn bêhtir şer bike.”

Bayik da znaîn artêşa Tirk ji ber ku li pêşberî berxwdana gerîla bêçare maye, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya ku şeş meh in didome de jî axivî.

Bayik diyar kir, ne ji hevakriya PDK’ê be dewleta Tirk nikare bi hêsanî êriş bike û got,

“Dewleta Tirk bi balafirên keşfê û şer êrişî qadên gerîla dike û gerîla şehîd dibin. Ev hemû bi îstîxbarata MÎT’ê nabe. Yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi PDK’ê ve van agahiyan dide. Eger rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê bi MÎT’ê re hevkariyê neke, êrişên bi vî rengî nabe. PDK niha hevkariyê ji êrişên Tirkiyê re dike. Bi dorpêçkirina gelek qadên gerîla re pêşî li artêşa Tirk vedike ku hîn bêhtir êriş bike.”

Bayik da zanîn ku gerîla li dijî van êrişan tedbîrên xwe digirin û dijî vê rêbaza êrişê û îstîxbarat û teknîka dijmin, derbasî rêbazeke liv û tevgerê bûne.

Cemîl Bayik: Artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla bê çare maye lewra çekên kîmyewî bikartîne

“Artêşa Tirk 6 meh in êriş dike; gerîla jî bi rengekî fedayî li ber xwe dide. Ji bilî çend girên li ser sînorê Tirkiyê nekariye bi pêş ve bê.

Ji ber ku li pêşberî berxwdana gerîla bêçare maye, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî kir. Bi dehan gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Artêşa Tirk bi vî rengî hewl dide berxwedanê bişikîne û desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser piyan bihêle.`

Cemîl Bayik li ser propagandayên derew yên dewleta Tirk ku li dijî PKK’ê dike û qaşo dibêje ku PKK di pêvajoya hilweşînê de ye wiha axivî,

“Bi dehan sal in her hikumeta ku hate ser desthilatdariyê heman tişt gotin. Dewleta Tirk her tim hejmara gerîla bi 5 qatî kêm dibêje. Di nava sînorên Tirkiyê de zêdeyî 1500 hêzên me yên gerîla hene. Hêzên me yên li herêmên din jî zêdeyî 2500 gerîla ye.

 

Back to top button