Berxwedana gerîla ya li Avaşînê her roj mezintir dibe

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe û çekên Kîmyewî jî di nav de êrişî herêma Avaşînê ya başûrê Kurdistanê dike.

HPG’ê diyar kir berxwedana gerîla ya li dijî êrişan bê navber dewam dike û got,
Artêşa Tirk ya dagirker li dijî Girê Qertel sê caran çekên kîmyewî bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa daxuyaniyek da…

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de de ev agahî parve kir,

25’ê Cotmehê li herêma Zapê gerîla li 3 helîkopterên ku hewl didan ji qada Tîpa T ber bi qada Banistayê ve biçin da..

Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hat xistin.

Heman rojê 2 helîkopterên êrişê yên dixwestin derbasî qada Tîpa T bibin, bûn hedefa hêzên gerîla. Helîkopter neçar man ji qadê paşve biçin û tevgera li qadê rawestiya.

Li herêma Avaşînê, li qadên Girê Qertel û Werxelê, operasyona dewleta Tirk a dagirker dewam kir û li hember wê jî berxwedana gerîla bê navber bû. Şer li vir sînordar nema û ji Girê Qertel heta qada Stûnê belav bûye.

HPG: Artêşa Tirk li Girê Qertel yê Avaşînê 3 caran çekên kîmyewî bikaranîn

Heman rojê, artêşa Tirk a dagirker xwest bi wesayiteke bombebarkirî ku kamera li ser bi cih kirî êrişî qada berxwedanê ya Girê Qartal bike. Berxwedêrên li Qertelê derb lê xistin û wesayîta bombekirî hat teqandin..

Nava rojê jî, artêşa Tirk a dagirker dema dixwest xwe nêzî tunelên şer ên li qada berxwedanê ya Qertelê bike, hêzên gerîla 3 caran lê dan. Ji ber derbên Gerîla, hêzên dagirker nekarîn pêş ve biçin, 4 caran bi teqemeniyan û 3 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl da bi droneke bi teqemeniyan barkirî êrişî qada berxwedanê bike, hêzên Gerîla destwerdan kir û deron hat îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê dibarîne.

HPG’ê diyar kir 25’ê Cotmehê, li herêma Xakurkê qada Girê Şehîd Hawar a ser bi Goşînê, bi balafirên şer hate bombekirin..

Back to top button