NY: Têkildarî sûcên şer ên li Yemenê belge di destê me de hene

Di nava şerê ku 6 salin li Yemenê dewam dike de, 112 hezar kes hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku di şerê li welat de gelek belge hene ku sucên şer hatiye kirin.

Di raporê de tê gotin, çekdarên Husî yên li Yemenê 34 zarokên keç yên temenê wan di navbera 13 û 17 salî de weke koleyên cinsî bikar tînin.

NY diyar kir ku Erebîstana Siudî û Îmarat jî di şerê li dijî çekdarên Husî yên piştevaniya xwe ji Îranê digrin de sûcên şer pêk anîne.

NY dazanîn li ser van cudan jî belge di destê wan de hene.

Erebîstana Siudî û Îmaratê jî bertek nîşanî rapora NY ya ku ji 55 rûpelan pêk tê da.

Ev 6 salin li Yemenê şerê navxweyî dewam dike.

Heta niha 112 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji vane;

2 hezar 138 zarok,

933 jin,

û bi giştî 7 hezar û 825 sivîl di encama şer de hatine kuştin.

Her wiha 12 hezar û 416 sivîl jî birîndar bûne.

Back to top button