Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê di operasyoneke taybet de girtin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Yehya Resûl ragihand ku hêzên antî-teror operasyona xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê didomînin.

Yehya Resûl ragihand ku di operasyona îro danê sibê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Duh dema operasyona li Kerkûkê, li bajarokê Reşad ya Hewîceyê çeteyek DAIŞ li dijî hêzên Iraqê êrîşek xwekujî pêk anî.

Hat gotin ku di encama êrîşa xwekuj de polîsek federal miriye û yek jî birîndar bûye.

Back to top button