Ûkrayna..Rûsya êrişî trena veguhestinê kir, bêtirî 39 kes hatin kuştin

Bi zêdebûna bertekên li dijî êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna re, çavê Moskow sor bûye. Li bajarê Krama-torskê ya Ûkraynayê li dijî stastoneke trenê êrişek pêk hat. Tren bi 2 moşkan hate armanckirin. Di encmê de, ji sivîlên ku li benda veguhestinê bûn 39 kes hatin kuştin û bêtirî 80 jî birîndar bûn.

Di demekê ku Rûsya ji ber kuştina sivîlên li bajarê Buça yê dikeve bakurê paytexta Ûkrayna Kîevê tê tewambarkirin, li dijî sivîlan êrişek nû pêk hat.

Di daxuyaniya kanala Telegramê ya Rêyên Hesinî yên Ûkraynayê da hat gotin,

“2 moşek li stasyona trenê ya Kramatorskê ketin. Li gor agahiyên despêkê bêtirî 30 sivîl mirin û herî kêm 100 sivîl jî birîndar bûn.”

Piştî vê Waliyê herêma Donetskê ragihand ku di êrîşa moşekî ya li stasyona trenê ya Kramatorskê 39 kes hatine kuştin.

Pavlo Kyrylenko di posta xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku 87 kes birîndar bûne.

Rewşa gelek birîndaran giran e.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku di êrîşê de herî kêm 35 kes mirine.

Di dîmenên der barê êrîşê de hatin parvekirin de tê dîtin ku sivîl bi çenteyên xwe yên li stasyona trenê û rayedarên navenda rê di nava xwînê de li erdê ne.

Waliyê Donetskê Pavel Kirilenko ragihand ku di êrişa li ser navendê de mûşeka Iskander a ku tê de parçeyên mîsket hebûn hatiye bikaranîn.

Rûsya: Me êrişî cebilxaneyên Ûkrayna yên bi rêya trenê dihat kiriye

Di vê navberê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku wan çekên ku li hin stasyonên trênê yên li herêma Donetsk û navenda amadekariya çeteyên biyanî yên li Odessa, gulebaran kirine.

Îgor Konaşenkov der barê kiryarên yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên di şerê li Ûkraynayê de daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir ku wan alav û çekên leşkerî yên ku li Donbasê ji artêşa Ûkraynayê re li stasyonên trênê yên Pokrovsk, Slavyansk û Barbenkovo ​​yên li herêma Donetskê hatin şandin îmha kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got,

“Navenda kombûn û amadekirina çekdarên biyanî yên li derdora gundê Krasnoselka ya li bakur-rojhilatê Odessa , bi roketên teqez ên ji sîstema fuzeyên peravê Bastion hatin avêtin, hat xistin.”

Konaşenkov da zanîn ku sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê her wiha 2 helîkopter û 5 balafirên bêmirov jî xistine.

Her wiha di rojê de, 81 baregehên leşkerî yên Ûkraynayê hatine rûxandin.

Back to top button